1. tişteke ku hê tuneye. li gorî min hebûn a wê girîng û ji bo kurdan pêwist e. şaş nebin, qala hebûna kurdên dewlemend yên xwedî ji mafên kurdan derdikebin dikim. ango ne ibrahim tatlısesek, dibe ku musa anterekî pir dewlemend. ez bawer dikim ku rojekê kurdên* ji bandora sosyalîzmê xelas bibin û feydeyên burjûvazîya neteweyî bibînin. |
|
21.01.2014 00:51 |
nazim tolhildan
|
2. mixabin kêmasiyeke kurdan e. lê du sedemên tunebûna wê hene. |
|
21.01.2014 20:39 |
simurg56
|
3. çênebûye, anku nehiştine ku çêbe.. |
|
08.04.2014 02:30 |
endazer
|
4. mixabin ku tune ye wek li jor jî hatiye gotin nehişine çêbe.. hevalên me yên sosyalîst ji xwesteka burjûvaziyê ya di nava kurdan de nerazîne lê ji ber ku haya wan ji nirxandina analîtîk tune ye nikarin rewşa cîhanê li gorî di derbarê pirsgirêka kurdistanê de binirxînin û girîngiya hebûna burjûvaziyê ya ji bo rizgariya neteweyî fêm bikin. dinê niha capîtalist e, hez bikî jî nekî jî wisa ye lewma ji bo rizgarî û azadiya neteweyan pêwîst e. ku dewlemendî û dewlemendên te yên netewî tunebe tu yê nikaribî ber bi azadiya welêt de lobî çêbikî û hêza hanê ji bo azadiya xwe bikarbînî. jixwe çi hat serê me ji ber feqîrî, hejarî û belengaziyê hat. |
|
08.04.2014 02:44 |
ferhenga şikestî
|
5. niha tine ye. jixwe kurdê ku dibe dewlemend demildest ji bo ku destkeftî bi avê neçin dibin tirk oxlî tirk. yên nebin tirk jî dibin alîgirên dewletê. dibêjin ku kurdistana federal her diçe dewlemend dibe. xwedê bike... |
|
08.04.2014 17:04 |
oxir
|
6. tişta ku nebûna wê, bi taybetî li bakûrê kurdistanê, dibe sedema kulîna têkoşîna gelê kurd. lê ger hebûya jî, ji ber fikrên pkk'e yên çepgir an jî fikrên sosyalist an jî antî-kapîtalîst, yê bi kêr nehata. hêvî dikim kû li vir şûn de çêbibe û bi kêr were. ji ber ku pkk êdî wek berê, parastina antî-kapîtalîzmê nake. |
|
02.04.2015 16:57 |
nazim tolhildan
|
7. Honeyman / Hingivmêr: ekrem incel * |
|
02.04.2015 17:00 ~17:03 |
mîr
|
8. bûrjuvaziya go bê dewlet wê çawa çêbe nizam e. ji bêdewletî kurdên go dibin xwedî serwet jî dikevin bin destê dewleta tirka. wekî dî helbet go çend mark zuckerberg, jack ma'ye kurd heba wê hin tişt hatiba guhartin. |
|
14.12.2020 22:37 |
hueyn
|
9. bi kuştina savaş buldan û kesên weke wî hewldana avakirina wê ji holê rabû. kîjan çîn pêşkêşîya têkoşîna rizgarîya netewî bike (ku li welatê me qaşo pkk xwe digihîne karker û gundîyan û hurde-bûrjuwayan) piştgirîya bûrjuwazîya netewî şert e. Niha bûrjuwaziya kurd heye, bila tevlîhevî çênebit. Lê bi awayek siyasî hevkarê pergala dagirker e. Ji ber ku bûrjuwazîyeke netewî nîn e, tevgereke neteeî a xurt jî nîn e. Bandora bûrjuwazîya kurd a tirsonek û bêrûmet û şênîyên halxweş ên asîmîlebûyî li ser siyaseta PKKê heye ku di bernameya wan de qetîyen serxwebûn nîn e. |
|
16.08.2021 20:44 |
hespêsor
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |